Çile 30, 2021 14:35 Asia/Tehran
  • ‘Peywendiyeke berdewam a hikûmeta Tirkiyê li gel Ocalan hebûye’

Alîkarê Hevserokê HDPê dibêje li Tirkiyê peywendiyeke berdewam a hikûmetê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hebûye.

Alîkarê Hevserokê Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan ji medyaya Tirkiyê re ragihand, berî 6 salan dema proseya aştiyê hebû berdewam peywendiya hikûmetê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hebû.

Ew parlamenterê HDPê dibêje, nûner û wezîrên hikûmetê di daxuyaniyên xwe de amaje bi wê yekê dikirin ku Ocalan li ser rêyeke rast e û xwendineke wî ya baş bo pêşeroja Tirkiya heye û daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan yên li ser vê mijarê wek nimûne nîşan dide.

Garo Paylan rexneyên tund li desthilata AKPê girtin û got dema proseya çareseriyê birêve diçû ti kesî axeftineke xirab derbarê Ocalan de nedikir, lê niha bi her kesekî ku li dijî ramanên wan be dibêjin “terorîst.”

Alîkarê Hevserokên HDPê ku di hema demê de parlementerê HDP ye li ser bazneya Amedê, dibêje, li bajar û bajarokan bi tenê wêneya hevserokên partiya wan li dîwaran hatine daliqandin.

Herwiha Paylan tekez dike ku beşeke zêde ji wan kesên ku deng didin partiya wan di wê baweriyê de ne ku Abdullah Ocalan îradeya çareseriyê ye.

Serepeyv