Ji pêr heta duh 28ê Çileya 2021ê; 129 kesên din ji ber KOVÎD-19ê li Tirkiyê mirin
Çile 29, 2021 10:48 Asia/Tehran
Ji pêr heta duh 28ê Çileya 2021ê; 129 kesên din ji ber KOVÎD-19ê li Tirkiyê mirin.
Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 173 hezar û 210 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 7 hezar û 279 kes pozîtîf derketin, 129 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane duh li Tirkiyê 173 hezar û 210 test hatin kirin, testa 7 hezar û 279 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 29 milyon û 181 hezar û 125an.
Duh 129 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 25 hezar û 605an.