Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de ji ber şewba Koronayê 132 kes mirin
Çile 28, 2021 08:21 Asia/Tehran
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 179 hezar û 419 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 7 hezar û 489 kes pozîtîf derketin, 132 kesan canê xwe ji dest da.
Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 179 hezar û 419 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 7 hezar û 489 kes pozîtîf derketin, 132 kesan canê xwe ji dest da.