Buldan: Hûn dê nikaribin li ber hêza HDPê bibin asteng
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan di civîna koma partiya xwe de axifî û ji desthilata Tirkiyê re got: “Hûn dê nikaribin li ber hêz û bandora HDPê ya di siyasetê de bibin asteng.”
Hevseroka HDPê Pervin Buldan bal kişand ser zehmetî û xebatên partiya xwe yên di sala borî de û got: “2020 saleke gelekî zehmet bû. Li aliyekî berxwedana dijî faşîzmê, li aliyê din têkoşîna dijî Covîdê. Me hêvî û cesareta xwe ji dest neda, me dest ji biryardariya xwe berneda. Ez dixwazim bibêjim ku em dê 2021ê vegerînin sala destkeftên girîng. Emê bi programa xwe ya nû li kolanê, parlamento, nav zevî û kargehan ligel gelê xwe bin.”
Buldan da zanîn ku berpirsyariya wan mezin û giran e lê bi hêza ji gel û prensîpên xwe werdigrin dê berpirsyariya xwe bînin cih û got: “Em dest ji xet û pêdagira xwe ya li ser siyaseta demokratîk bernadin. Hevseroka HDPê diyar kir ku guhê xwe nedane gefan û nadinê û dê rêxistina û xebata xwe berfireh bikin û got: “Em dê li beramber yên hesab bo îradeya 6 milyon kes nakin û dijî radiwestin bi 12 milyonan derkevin pêş.”
Buldan tekez kir ku ev hemû nedadperwerî kampanya hilbijartinê ya bloka desthilatê ye û got: “Ji bo nebin opozisyon hewl didin xelkê bitirsînin û opozisyonê parçe bikin. Çi bikin bila bikin dê wenda bikin! Li cîhanê formûlek nîne bide pêş îradeya gel. Em tînin bîra yên endazyariya sindoqê dikin, endazyarê herî baş gel e. Hûn dê nikaribin li ber hêz û bandora HDPê ya di siyasetê de bibin asteng. Ji bo kesên xeyala siyaseteke bê HDPê dikin: Ji mêj e gel xeyala welatekî hûn ne lê ne kirine, bi germî li benda sindoqan e. Gel, ji bo çûna desthilata AKPê li benda hilbijartinê ne. Hilbijartina pêşwext jî ligel rêya rizgarbûna ji desthilat û tifaqa AKP-MHPê sindoq e.”