Çile 26, 2021 10:05 Asia/Tehran
  • Babacan û Karamollaoglu bersiva pirsa derbarê PKK û Hewlêrê de dan

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu amaje bi wê dike, li Sûriyê formeke nû ya siyasî tê danîn ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tê de bihêztir be bêyî ku ji Sûriyê veqete û vê yekê jî baş dibîne ji bo “kêmbûna çalakiyên terorî li Tirkiyê.” Alî Babacan jî, emcamdana operasyonên leşkerî rêyeke baş nabîne bo çareserkirina pirsgirêkan û dibêje, “Nêzîkatiyeke berfirehtir pêwîst e.”

Li gor Rudawê, Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) Alî Babacan li şandeke ji partiya xwe, serdana Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu kir û piştî hevdîtinê, serokên herdu partiyan li navenda giştî ya Partiya Saadetê kongreyeke rojnamevanî ya hevbeş encam dan.

Li ser pirseke derbarê serdana Wezîrê Bervaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bo Hewlêr û Bexdayê û gefên êrişeke bo ser Şingalê yên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, Karamollaoglu ev, weke pêşhatên çaverêkirî binav kirin û amaje bi wê kir, “Amerîka siyaseta xwe ya li Rojhilata Navîn dê ji nû ve rêk bixe. Lê rewşek heye ku rêveberiya nû ya Amerîkayê, ji bo PYD û PKK bi hev re mitalaa bike û serweriya xwe li wê deverê pêk bîne, formeke nû ava dike. Dibe ev di ser Iraqê re bigihije Sûriyê, devera PYDê.”

Serokê Saadetê behsa wê jî dike, “Hizir li ser wê tê kirin, bêyî ku ji Sûriyê veqete PYDê veguherînin formek bihêztir. Dibe ev alîkar be bo kêmbûna bûyerên terorî yên li Tirkiyê. Tiştek wiha çê bibe em dê pêşwazî lê bikin. Lê bihêzbûna PYDê li Rojhilata Navîn û Sûriyê, mijarek e ku divê bi baldarî bê şopandin.”

Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan jî li ser heman pirsê, tekezî li ser wê kir ku divê Tirkiye peywendiyên xwe li welatên cîran baş bike û got, “Bêguman divê Tirkiyê bi Hewlêrê re jî û bi Bexdayê re jî bicive û di çarçoveya prensîb û armancên hevpar de hevkariyê bike. Ne mumkun e ku welatek bi tena serê xwe pirsgirêkeke terorî ya herêmî heta ya navneteweyî çareser bike.”

Alî Babacan dibêje: “Ne mumkun e bi operasyonên leşkerî  terorîstên di nav sînor de bên şopandin û pirsgirêka terorê bê bidawîkirin. Nêzîkatiyeke berfirehtir pêwîst e. Em wek welat li dijî her cûreyên terorê û tundî yê ne. Wek ku min berê gotibû PKK pirsgirîkeke kronîk e.”

Serepeyv