Çile 25, 2021 15:46 Asia/Tehran
  • Dora şêst û yekemîn a gotûbêjên Tirkiye û Yûnanê dê dest pê bibe

Dora şêst û yekem a gotûbêjan ji bo çareserkirina nakokiyên Deryaya Ege û Deryaya Sipî navbera Tirkiye û Yûnanê dê li Stenbolê dest pê biobe.

Li gorî rapora Shafaghnayê, Ev gotûbêj piştî rawestaneke pêncsalî îro Duşemiyê li ser vexwendina Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê dê pêk were.

Kîriyakûs Mîçûtakîs Serokwezîrê Yûnanê vê dawiyê ragihand ku derheqê gotûbêja ji bo çareserkirina nakokiyan digel Tirkiyê xweşbîn e.

Wezareta karên derve ya Tirkiyê bi caran amadetiya xwe ji bo gotûbêja di gel Yûnanê bêyî tu pêşmercekê ragihandibû.

Dawîn gotûbêjên sseretayî ji bo çareserkirina nakokiyan li rojhilatê Deryaya Sipî di sala 2016an da hat lidarxistin.

Serokên Yekîtiya Ewropayê di civîna Brûkselê di Îlona 2020î da biryar dan ku Tirkiyê ji ber kiryarên neqanûnî û êrîşkerane yên Tirkiyê li Deryaya Sipî li dijî Yûnan û Qibrisê ceza bikin.

Qeyrana navbera Atên û Enqereyê bi şandina keştiya lêkolînî ya Oruç Reîs a Tirkiyê bo navçeyên kêşeliser di meha Tebaxa 2020î da gurr bû.

 

 

Serepeyv