Çile 24, 2021 18:01 Asia/Tehran
  • Erdogan li dijî hilbijartinên pêşwext ên li Tirkiyê ye

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan li dijî lidarxistina hilbijartinên pêşwext li vî welatî rabû.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îran Press, "Kamal Kilîçdaroglu", serokê Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê(CHP), roja îniya bihurî, di civînek digel nûnerên komek esnaf û cotkaran de, rexne li kiryar û performansa hukûmetê di warên cûrbecûr de kir û got: Wext e ku meriv bihêle li bara me daweriyê bike.

Kilîçdaroglu desnîşan kir ku xelkê Tirkiyê çav li riya hilbijartinê ne û got: Tirkiye bi bêberpirsiyariya kûr a siyasî re rû bi rû ye û divê em bi gel re bi hilbijartinên pêşwext vê pirsgirêkê bi dawî bikin.

Li dû van gotinan, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan îhtîmala pêkanîna hilbijartinên pêşwext red kir û got: "Em ne  mîna partiyên dijber ji bo pêkanîna hilbijartinan pêşwext nakevin lezê."

Serokomarê Tirkiyê tekez kir li welatên ku demokrasî tê de heye, hilbijartinên pêşwext nayên kirin û da zanîn ku hilbijartinên giştî yên Tirkiyê dê di wextê xwe de, Hezîrana 2023 werin li dar xistin.

Serepeyv