Çile 21, 2021 18:39 Asia/Tehran
  • Berteka  Tirkiyê li hemberî berfirehkirina peravan ji aliyê Yûnanê va

Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê hewildana Yûnanê jibo berfirehkirina sînorên xwe yên deryayî bo 12 maylan jibo bandordanîna li ser Deryaya Egeyê bêbandor da zanîn.

Hamî Aksoy, Berdevkê Wezareta karên derve ya Tirkiyê destnîşan kir, kiryara Yûnanê ya berfirehkirina sînorê deryayî yê Eyûniyê heta dema ku rê li ber çalakiya Tirkiyê li rojhilatê deryaya Sipî negire û kêşeyekê di hatûçûna bo avên azad pêk neyne, helwêsta me jî derheqê Yûnanê dê neguhere.

Parlimana Yûnanê pêşniyarqanûna zêdekirina sînorên deryayî yên Eyûnê ji 6  maylan bo 12 maylan pesend kir.

Kîriykûs Mîçûtakîs Serokwezîrê Yûnan tevî berevaniya ji vê yekê ku welatê wî mafê xwe yê berfirehkirina sînorên xwe yên deryayî heye, destnîşan kir: Ev pêngav li gorî mafên navneteweyî û lihevkirina mafên deryayî ya NY pêk hat.

Yûnan û hin welatên ewropî li ser vê bawerêî ne ku kiryarên Tirkiyê yên li rojhilatê Deryaya Sipî neqanûnî û kêşesaz in û derbarê dûhatên vî karî Enqere hişyar kirine. Lê Tirkiye desthilata Qibrisê bi frmî nas nake û tena beşa tirknişîn dipejirîne. Ji ber vê yekê, jibo destpêkirina operasiyona keşfkirina neft û gazê li van navçeyan xwe biheq dizane.

 

 

Serepeyv