Çile 21, 2021 07:10 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de ji ber Koronayê 159 kes mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 168 hezar û 894 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 435 kes pozîtîf derketin, 159 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê (AA), Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 168 hezar û 894 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 435 kes pozîtîf derketin, 159 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane duh 168 hezar û 894 test hatin kirin, testa 6 hezar û 435 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 27 milyon û 867 hezar û 450î.

Duh 159 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 24 hezar û 487an.

Serepeyv