HDP: Li dijî dagirkirina Efrînê em dengê xwe bilind bikin
HDP'ê ragihand ku li dijî Kurdan polîtîkaya qirkirinê tê meşandin û bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî dagirkirina Efrînê û herêmên din, her wiha li hemberî sûcên şer hemûyan dengê xwe bilind bike.
Partiya Demokratîk a Gelan a Tirkiyê (HDP) têkildarî salvegera dagirkirina Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ve hate kirin, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Efrîn ew herêm bû ku herî kêm ketibû bin bandora şerê navxweyî yê Sûriyê, lê belê ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve di encama polîtîkaya dijminatiya li hemberî Kurdan beriya sê salan di rojeke wiha de hate dagirkirin.
HDP'ê ragihand ku ji ber vê dagirkeriyê di serî de Kurd bi sed hezaran mirov neçar man xaka xwe biterikînin.HDP'ê kiryarên asîmîlasyon û komkujiyê yên dewleta Tirkiyê yên li Efrînê di nava sê salan de kiriye bi bîr xist û wiha dewam kir, "Tirkiyê piştî ku bajarên Kurdan ên li Sûriyê di serî de Efrîn dagir kirin, qaymeqamên xwe tayînî bajaran kir, bi avakirina saziyên weke PTT, zanîngeh û saziyên ser bi dewletê ve hewl dide plana xwe ya desteserkirinê mayinde bike. Li şûna tabelayên Kurdî tabelayên Tirkî hatin daliqandin, sembol û şopa nirxên Kurdî hatin jêbirin, mufredata perwerdeyê û zimanê perwerdeyê kirin Tirkî. Ev yek jî zîhniyeta asîmîlasyonê bi rengekî şênber radixe pêş çavan.
Divê desthilatdariya AKP-MHP'ê tavilê dest ji polîtîkaya xwe ya belavker a ku li Sûriye û Rojhilata Navîn şer sor dike, berde. Dijminatiya li Kurdan fêda xwe li kesî nîne. Li şûna ku bi Kurdan re şer bike, ji bo erdnîgariyeke xwe dispêre wekhevî, edalet, azadî û aştiyê divê bi berpirsyarî tevbigere. Bi wesîleya salvegera 3'an em bang li raya giştî ya Tirkiyê, raya giştî ya demokratîk a navneteweyî dikin ku li dijî dagirkeriya li herêmê û li Efrînê, li dijî sûcên şer dengê xwe bilind bikin, helwestê nîşan bidin."