Li Tirkiyê 159 kes bi Koronayê mirin
Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 435 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 159 kesan jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 saetên borî aşkere kir.
Fahrettin Koca diyar kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 168 hezar û 894 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 6 hezar û 435 ji wan pozîtîv bûye.
Her li gor amarên nû, ji duh ta îro 159 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 5 hezar û 932 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.
Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 406 hezar û 216 kesan û 24 hezar û 487 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 283 hezar û 919 kes jî ji vîrusê baş bûne.
Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 27 milyon û 867 hezar û 450 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.