Çile 15, 2021 09:47 Asia/Tehran
  •  El-Mismarî: Dewleta Tirkiyê ji Lîbyayê dernakeve

Berdevkê fermî yê Hêzên Xelîfe Hefter a bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê got dewleta Tirkiyê ne bi dan û standinan, ne jî bi navbeynkariyê ji Lîbyayê dernakeve û hîna hêzên xwe li baregeha Watiye kom dike.

Berdevkê fermî yê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku dewleta Tirkiyê ji bo dabînkirina baregeha Watiye ku bi temamî ketiye bin kontrola wê, hêzên xwe li wir kom dike û piştrast kir ku Enqere ne bi dan û standinan û ne jî bi navbeynkariyê ji Lîbyayê dernakeve.

El-Mismarî bi bîr xist ku keştiyeke leşkerî ya Tirkiyê di 4`ê Çileyê de derbasî bendera El-Xims bûye û piştî çend saetan jî jê derketiye. El-Mismarî îşaret pê kir ku tevgereke leşkerî ji hêla artêşa Tirkiyê ve ber bi her du baregehên Watiye û Misratayê ve heye.

El-Mismarî di çarçoveya Komîteya 5+5 de diyar kir ku dozgerê leşkerî bi daxuyaniyekê ragihand ku bendên agirbestê tên pêkanîn, hewldan ji bo ji nû ve hilberandina petrolê û hinartina wê û ji nû ve vekirina rêwitiyên hewayî li rojava, rojhilat û başûr hene. Her wiha dest bi veguhastina girtiyan hatiye kirin.

Duh bi şev, Komîteya Şêwirê ya Komxebata Diyaloga Siyasî ya Lîbyayê bi armanca temamkirina çareserkirina dozên nakok ên girêdayî pîvanên diyarkirina desthilata rêveber a yekgirtî, civîna xwe li Cinêvê li dar xist.

Serepeyv