Çinara Amedê - Pêketiyên Kovîd-19ê neman û welatî bi biryar in ku vê rewşê biparêzin
Çile 14, 2021 09:31 Asia/Tehran
Li Çinara navçeya Amedê ji ber ku welatiyan guh da tevdîrên vîrusa koronayê li navçeyê nexweş neman
Li gorî rapora beşa Kurmancî ya ajansa Anatoliyê (AA), Li Çinara navçeya Amedê ya ku nifûsê wê 76 hezar e ji ber ku welatiyan guh da tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li navçeyê tu kesê nexweş nema.
Li Çinarê ji mizgeft û wesayîtên fermî bang tê kirin ku welatî baldar bin, maskê bi kar bînin, guh bidin paqijiyê û ji hevdu dûr bisekinin.
Ji bilî vê dema kesek ji derva tê navçeyê jî koda HESê tê kontrolkirin û wisa destûr tê dayîn.
Demekê li Çinarê hejmara pêketiyan gihîştibû 180ê lê ev du roj e tu pêketî neman.