Yewnanistan û dewleta Tirkiyê dê ji nû ve dest bi peywendiyên keşifkirinê bikin
Çile 13, 2021 07:24 Asia/Tehran
Rojnameyeke Yewnanistanê diyar kir ku Atîna û Enqere dê peywendiyên keşifkirinê ku piştî darbeya 2016`an li Tirkiyê hatibûn rawestandin, dewam bikin.
Rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê ragihand ku dê Yewnanistan û Tirkiye peywendiyên keşifkirinê dewam bikin û tê payîn ku dewra 61`an di 25`ê Çileyê de li Stanbolê dest pê bike.
Pewyendiyên keşfkirinê yên bi rêya online dê zehmet bin û dê peymana diyarkirina sînorên deryayî mijara sereke ya nîqaşê be.
Yewnanistanê diyar kiribû ku wê tenê dozên girêdayî herêmên deryayî bên nîqaşkirin. Dewleta Tirkiyê jî dibêje ku dê gelek dozên wekî bêçekkirina giravên nêzî xaka wê û serweriya li ser hin giravan, mijarên nîqaşê bin.