Li 10 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin
Çile 12, 2021 11:19 Asia/Tehran
Li 10 gund û mezrayên girêdayî navenda Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li Bedlisê ji bo operasyoneke leşkerî ji aliyê Walîtiya Bedlîsê ve li 10 gund û mezrayên girêdayî navenda Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin. Hat hînbûn ku piştî îlankirina qedexeyê sewqiyeteke zêde ya leşkerî derbasî gundên qedexe hat kirin.