Çile 12, 2021 11:19 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de ji ber Kovîd-19ê 174 kes mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawînde 180 hezar û 303 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 109 hezar û 220 kes pozîtîf derketin, 174 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê (AA), Li Tirkiyê di 24 saetên dawînde 180 hezar û 303 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 109 hezar û 220 kes pozîtîf derketin, 174 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane duh 180 hezar û 303 test hatin kirin, testa 10 hezar û 220 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 26 milyon û 376 hezar û 784an.

Duh 174 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 22 hezar û 981ê.

Serepeyv