Çile 12, 2021 11:16 Asia/Tehran
  • Di 10 mehan de qeyûmê 3’yemîn danîn ser Şaredariya Farqînê

Bi ser danîna qeyûmê Şaredariya Farqînê re 10 meh derbas bûn. Di nava van 10 mehan de ev qeyûmê sêyemîn e tê tayînkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Di 24’ê adara 2020’an de Qeymeqamê Farqînê Mehmet Ûslû li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî wek qeyûm hat danîn.

Hevşaredarên Farqînê Naşîde Toprak û Abbas Azîzoglû ji wezîfeyê hatibûn girtin. Omer Farûk Çelîk hem wek qeyûm û hem jî wek qeymeqam tayînî şûna Mehmet Ûslû hatibû kirin. Niha jî Çelîk ê hem qeyûm e û hem jî qeymeqam e ji wezîfeyê hat girtin. 

Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Farqînê têkidlarî ji wezîfegirtina Çelîk daxuyaniyek belav kir û got: “Di demek kin de sê qeyûm hatin guhertin. Duh dîsa bêyî tiştek ji raya giştî re were parvekirin, Qeymeqamê Farqînê û qeyûmê şaredariyê ji wezîfeyê hat girtin. Em ji qeyûmê danîne ser îradeya gel re dibêjin na.” 

Li aliyê din hat diyarkirin ku dê Qeymeqamê Stewrê û qeyûmê şaredariyê Bayram Turker tayînî şûna Omer Farûk Çelîk were kirin. 

Serepeyv