Çile 11, 2021 08:30 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de ji ber Kovîd-19ê 176 kes mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 162 hezar û 786 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 9 hezar û 138 kes pozîtîf derketin, 176 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya Ajansa Anatoliyê (AA), Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 162 hezar û 786 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 9 hezar û 138 kes pozîtîf derketin, 176 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane duh 162 hezar û 786 test hatin kirin, testa 9 hezar û 138 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 26 milyon û 196 hezar û 481ê.

Duh 176 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 22 hezar û 807an.

Nexweşên giran bûn 2 hezar 811, 8 hezar û 103 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 198 hezar û 150.

Serepeyv