Çile 10, 2021 18:51 Asia/Tehran
  • Zêdetirî 100 rojnamevan di girtîgehên Tirkiyê de tên ragirtin

Partiyeke opozîsyonê ya Tirkiyê der barê azadiya çapemeniyê û zextên li ser rojnamevanan de raporek weşand û diyar kir ku li Tirkiyê zêdetirî 100 rojnamevan girtî ne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) ji zarê malpera El-Eyn, Partiya Komarî ya Gel (CHP) di raporeke xwe ya têkildarî azadiya çepemeniyê li Tirkiyê de, diyar kir ku di serdema hikumeta Erdogan de rewşa çapemeniyê li welêt xerabtir bûye.

Di raporê de hate gotin ku sala 2020`an ji bo rojnamevan û dezgehên çapemeniyê pir dijwar bû û kiryarên çewisandinê yên dewleta Tirkiyê li dijî azadiya çapemeniyê di asta herî jor de bûn.

Di raporê de hate destnîşankirin ku di 2020`an de ji ber zextên li ser rojnameyan, 97 rojnamevanan îstifa kiriye.

Her wiha hate diyarkirin ku hikumeta Tirkiyê rewşa Koronayê ji bo zêdekirina zextê li ser civakê bi kar anî û rojnamevan rastî çewisandin, qeyd û mercên zehmet hatin.

Di dewama raporê de wiha tê gotin: “Di 2020`an de kiryarên wekî binçavkirin, lêpirsîn, doz, qedexekirin û girtina kanalên televîzyonê dewam kirin. Her wiha rojnamevanên ne nêzî desthilatê hatin hedefgirtin û mafê gel ê bidestxistina agahiyan bi awayekî azad, hate binpêkirin.”

Li gorî raporê, di 2020`an de 361 doz li dijî rojnamevanan hatin vekirin, 86 rojnamevan hatin destgîrkirin û 70 rojnamevan hatin girtin.

Her wiha di raporê de hate eşkerekirin ku di 2 salên borî de, zêdetirî 6 hezar rojnamevan bê kar man û 97 rojnamevanan îstifa kir û hate destnîşankirin ku li ser zêdetirî 2 hezar nûçe û 100 malperan qedexe hate danîn, her wiha 368 astengkirin danîn ser nûçeyên rojname û kovarên serbixwe.

Di raporê de hate diyarkirin ku di 2020`an de di aliyê azadiya çapemeniyê de di nava 180 welatan de, Tirkiyê hîna di rêza 154`an de bû.

Li gorî gelek rêxistinên cîhanî, zêdetirî 100 rojnamevan di girtîgehên Tirkiyê de tên ragirtin.

Serepeyv