Çile 10, 2021 08:07 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê - Di 24 saetên dawî de 181 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawî de 181 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 9 hezar û 537 kesên din jî pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 22 hezar û 631.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyê ji pêr heta duh 181 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 537 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 22 hezar û 631 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 317 hezar û 118. 
 

Serepeyv