Amed- Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne
Çile 09, 2021 23:39 Asia/Tehran
Li parêzgeha kurdnişîn a Amedê li başûrê rojhilatê Tirkiyê di şer û pevçûnekê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 2 jî birîndar bûne.
Beriya bi demekê Wezarete Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya çiyayî ya navçeya Licê ya Diyarbekirê şer di navbera leşkerên Tirkiyê û şervanên PKKê de derketiye û di encamê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li navçeya çiyayî ya Licê şer û pevçûn di navbera leşker û şervanên PKKê de derketiye û 3 leşker birîndar bûne, lê ji ber birîna yekî ji wan giran bûye li nexweşxanê canê xwe ji dest daye.
Herwiha di berdewamiya daxuyaniyê de jî hatiye aşkerekirin operasyona serbazî li herêmê berdewam dike.