Çile 09, 2021 17:12 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Sed Herîrî bi Erdogan re

Wezîfedarê pêkanîna hikûmetê li Lubnanê li sefera xwe ya Tirkiyê bi serokomarê vî welatî re hevdîtin pêk anîn û derbarê guhertin û pirsgirêkên navçê û Lubnanê pê re gotûbêj kir.

Rojnameya El-Ereb, derbarê serdana Wezîfedarê pêkanîna hikûmetê li Lubnanê Seid Herîrî ji Tirkiyê re wiha nivisî: “Li gorî gelek çavkaniyan, serdana Herîrî ji Tirkiyê re bi lihevkirina dewletên Kendava Farsê û têkiliyên di navbera Tirkiyê û Fransayê de girêdayî ye. Herîr di serdanê de her du mijar û rewşa li Lubnanê bi Erdoganê re nîqaş kirin.

Çavkaniyan diyar kir ku Herîrî ji serdanê dixwaze derbarê nêrîna serokkomarê Tirkiyê derbarê geşedanên dawîn ên li Meclisa Hevkariya Kendava Farsê de li gel lihevhatina Qeter bi Erebistana Siûd, Îmarat û Behreynê û Misirê re ya ku li derveyî meclisê ye, agahdar bibe.

Erdogan daxuyaniya lûtkeya dewletên endamên Meclisa Hevkariya Kendava Farsê ku li herêma El-Ula li Erebistana Siûdî li dar ketiye, bi erênî nirxand. Çavkaniyan destnîşan kir ku serokomarê Tirkiyê dixwaze bibe beşek ji vê lihevanînê. Ji ber ku li ser tevahiya astan piştgirê yekemîn ê Qeterê ye.

Ji bo têkiliyên Tirkiyê-Fransayê jî, têkiliyên Herîrî bi Erdogan û serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re xurt û taybet in.

Li gorî hinek çavkaniyan serokomarê Tirkiyê li gel amadekariyên dan û standinan bi rêveberiya Joe Biden re ya ku ji siyasetên Erdogan ne razî ye, dixwaze asta tundiya ku li dijî Macron û siyaseta Fransayê bi kar tîne sivik bike.

Ji aliyê din ve hin çavkanî dibêjin ji ber ku Herîrî nekariye di wextê diyarkirî hikûmetê pêk bîne lê digere piştgiriyên navneteweyî bi dest bêxe.

Serepeyv