Çile 09, 2021 09:19 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê ji pêr heta duh testa Kovîd-19ê ya 12 hezar û 171 kesan pozîtîf derket, 194 kes mirin

Li Tirkiyê ji pêr heta duh 183 hezar û 3 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 12 hezar û 171 kes pozîtîf derketin, 194 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tirkiyê ji pêr heta duh 183 hezar û 3 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 12 hezar û 171 kes pozîtîf derketin, 194 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane duh 183 hezar û 3 test hatin kirin, testa 12 hezar û 171 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 25 milyon û 681 hezar û 213an.

Ji pêr heta duh 194 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 22 hezar û 264an.

Serepeyv