Çile 08, 2021 23:15 Asia/Tehran
  • Tirsa Enqerê ji vegeriyana Brett McGurk û xurtbûna zêdetir a YPG'ê

Brêt Mek Gurk (Brett McGurk) ku jibo çekdarbûn û bihêzbûna YPG'ê li bakurê Sûriyê alîkar bû û ji ber xiyaneta Amerîkayê li Kurdan istîfa kir, di bereberê vegeriyana bo Koşka Sipî ye.

Li gorî rapora Kurd Pressê çaverêtî heye ku Joe Biden, serokomarê bijartî yê Amerîkayê Brêt Mek Gurk nûnerê berê yê Serokomarê Amerîkayê li Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê wek serdema barak Obama wek rêveberê payebilind ê Konseya Ewlehiya Neteweyî di beşa siyaseta Waşîngtonê li Rojhilata Navînê û Bakurê Afrîqayê bibijêre.

Malpera Arab Newsê nivîsî di raporekê da bal kişandiye ser vegeriyana Brêt Mek Gurk bo qada qeyrana Sûriyê û nîgeraniya hikûmeta Tirkiyê ji vê vegeriyanê.

Li gorî nivîsa Arab Newsê, ev tayînkirin peyameke xweş ji Tirkiyê ra nayne û dikare serçaviya nakokiyên zêdetir navbera Enqerê û Waşîngtonê be.

Brêt Mek Gurk wek nûnerê Amerîkayê di şerê dijî DAIŞê da, têkiliyeke nêzik digel Kurdan û fermandarên leşkerî yên Kurd hebû û istîfaya wî wek nerazîtiya li hemberî Çiraya Kesk a Amerîkayê bo Tirkiyê jibo êrîşa li ser navçeyên bin kontrola kurdan li Girê Sipî û Serî Kaniyê bû.

 

 

Serepeyv