Çile 07, 2021 23:48 Asia/Tehran
  • Li Tirkiye 194 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de 12 hezar û 171 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 194 kesan jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Îro roja pêncşemê 07.01.2020an Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca diyar kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 183 hezar û 003 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 12 hezar û 171 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh heya îro 194 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 8 hezar û 211 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 296 hezar û 102 kesan û 22 hezar û 264 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 2 milyon 172 hezar û 250 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Serepeyv