Çile 07, 2021 12:01 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê gotûbêjên li ser qutkirina budceya HDPê berdewam in

Piştî ku Serokê Giştî yê Partiyanijadperest a Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî daxwaza girtina HDPê kir mijara girtina HDPê, yan jî cezakirina wê her di rojevê de ye. Li gor medyaya nêzîkî hikûmeta Tirkiyê, beşa budceya HDPê ya ji xezîneya Tirkiyê wedigire, dê li gorî madeya 68ê ya destûrê ya bi hukmê “nabe partiyên siyasî ji bo tawanan teşwîq bike” were qutkirin.

Mijara girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di navbera Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û MHPê de dibe sedema nakokiyan ji ber ku beşeke zêde ya berpirsên AKPê li dijî daxwaza MHPê derdikevin ku MHP dibêje pêwîste HDP bi temamî were girtin. Li gorî îdayên herî dawî AKP ji bo ku MHPê razî bike dê alkariya darayî ya ku HDP ji genceniyê distîne qut bike.

Diyadîn Firat, Endamê Encumena HDP a Enqerê, dibêje, “Karê HDP bi pereyan tine ye. Aligirên HDP hemû jî polîtize bûne. Ew pare nafikirin û heta dikarin alikariya partiya xwe bikin. Ji xwe ji ber pandemiyê niha miting û civîn û çalakî jî tine wate zêde pêwîstî bi pereyan tine. Em dikarin bêjin pere zêde bandorê li karên HDPê nake.”

Li gori yasaya partiyên siyasî her partiyeke siyasî ku di helbijartinan de rêjeya ji sedî 10 ya dengan bistîne mafê alikariya darayî ji gencinê bidest dixe. Jibilî HDPê AKP, MHP, CHP û IYI Partî jî vê alikariyê distînin.

Gonul Ozel, Seroka Şaxa CHPê ya Amedê, diyar dike, “Li gorî yasayê her partiyeke ku li parlementoyê gruba wê hebe dikare alîkariya darayî bistîne. HDP jî niha li parlementoyê karên xwe li gorî yasayê dimeşîne û mafê alikariyê jî heye. Dê li dijî HDPê dozê vekin lê karekî şaş dikin.”

Serepeyv