Termê 3 parêzeran di malekê li Amedê de hat dîtin
Li Amedê di malekê de termê 3 kesan hat dîtin. Hat zanîn ku kesên canê xwe ji dest dane, Parêzer Omer Baran, hevjîna wî Mekiya Baran û parêzerê stajer Mahsun Akbaş in. Baroya Diyarbekirê ragihand, dibe ku sedema mirinê jehrîketina ji gaza siruştî be.
Li Amedê li navçeya navendî Yenîşehîrê di malekê de 3 kes bi awayeke mirî hatine dîtin. Hat amajekirin ku di malê de terme parêzer Omer Baran, hevjîna wî Mekiya Baran û parêzerê stajer (pizişkê dadweriyê) Mahsun Akbaş hatiye dîtin. Hat ragihandin ku sedema mirinê ji gaza siruştî ye.
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin amaje kir ku guman heye ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji gaza siruştî jehrî ketine û jiyana xwe ji dest dane.
Omer Baran yek ji wan mafnasan bu ku girîngî dida zimanê dayîkê. Ji ber wefata Omer Baran di nava hiquqnasan de xemginiyek mezin çêbû. Omer Baran tevî ku ji çavên xwe astengdar bu jî ev yek ji xwe re nedikir xem û tekoşîna hiquqê dida.