Li Stenbolê gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin destgîrkirin
Polîsan avêtin ser malên Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ku 'Rektor ê qeyûm' şermezar kiribûn. Di encamê de gelek xwendekar hatin destgîrkirin.
Piştî ku Melîh Bûlû yê AKP'î bi biryarnama Serokkomariyê ji bo Zanîngeha Bogazîçî weke rektor hate tayînkirin, xwendekaran çalakiyên protestoyî li dar xistin. Polîsan avêtin ser malên xwendekaran û gelek xwendekar destgîr kirin.
Duh jî polîsan êriş biribûn ser xwendekarên ku tayînkirina rektor şermezar kiribûn. Piştî vê êrişê hin xwendekar hatibûn destgîrkirin û hinek ji wan hatibûn berdan.
Çavkaniyê li zanîngehê ku nedixwest navê wî were girtin, ragihandin ku civaka Tirkiyê her diçe zêdetir bi kiryarên dîktatorane yên Erdogan dihesin. Êdî xwendekar bi tenê nînin ku dizanin ew çi dike û civakê kûda dibe.