Çile 05, 2021 21:31 Asia/Tehran
  • Dadgeha dewleta Tirkiyê îtîraza parêzerên Leyla Guven red kir

Dadgeha dewleta Tirkiyê îtîraza parêzeran a li dijî girtina hevseroka KCD’ê Leyla Guven red kir.

Parêzerên hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî biryara girtinê serî li dadgeheke bilindtir dabûn. Îtîraza parêzeran hate redkirin.

Parêzeran serî li Dadgeha Cezayê Giran a 10’emîn a dewleta Tirkiyê dabû û dadgehê ev îtîraz red kir. Dadgehê îdia kir ku tiştekî şaş di biryara Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn de tune ye û îtîraza parêzeran red kir.

Serepeyv