Çile 05, 2021 20:29 Asia/Tehran
  • Kovareke amerîkî: Bêdengiya Biden li ser girtina Demirtaş û Leyla Guven durûtiyeke xeter e

Kovara National Interest a amerîkî nivîsd:Sûcên Erdogan ên li dijî siyasetmedarên Kurd ên ku bi awayekî demokrat hatine hilbijartin, ji bo serokê Amerîkayê yê hilbijartî Joe Biden ku di hemleya xwe ya hilbijartinê de bi kar dianî, hevrikiyeke mezin bû. Lê neaxaftina Biden li ser girtina Selahettin Demirtaş û Leyla Guven durûtiyeke xeter e.

Dewleta Tirkiyê 21’ê Kanûnê,  li dijî parlamentere HDP’ê Leyla Guven, cezaya 22 sal girtîgeh birî.

Li gorî Kovara National Interest a amerîkî, tawana li dijî Leyla Guven; xîtaba wê ya 2018’an a li dijî êrişa dewleta Tirkiyê ya li ser Efrînê bû, ku bi êrişê re bi sed hezaran koçber bûn.

Piştî rojekê, dadgeha Ewropayê ya mafên mirovan ragihand ku divê dewletga Tirkiyê yekser hevserokê berê yê HDP’ê û bernamzetê serokatiyê Demirtaş serbest berde. Demirtaş di 2016’an de bi tawana mîna ya li dijî Leyla Guven hate girtin.

Li gorî kovarê, berpirsên mezin ên hikumeta Tirkiyê yekser êrişî biryara dadgeha Ewropayê kir û gotin Demirtaş terorîst e.

Kovarê destnîşan kir ku Erdogan pabendbûna rêveberiya Biden a derbarê nirxên demokrat û mîsaqên navneteweyî diceribîne.

Tevî ku Biden di hemleya xwe ya hilbijartinê de eşkere kiribû ku ew ji bo nîqaşkirina dozên girtiyên siyasî yên li tevahî cîhanê amade ye û destpotiya Erdogan jî rexne kiribû, lê heta niha tu gotin derbarê girtina Demirtaş û Leyla Guven de nekirine.

Koma Biden bi fikar e ku dibe axaftina li ser demokrasî û mafên kêmneteweyî li Tirkiyê dê Erdogan zêde ber bi Rûsya ve bibe yan jî zirarê bigihîne NATO’yê.

Kovarê daxuyand ku tu dewleteke dîtir li cîhanê mîna Tirkiyê tune ye ku gelek endamên ku bi qanûnî ji bo paralamentê hatine hilbijartin bigire û bêxe zîndanê. Lê heke siyasetmedarên amerîkî der heqê vê reftarê de tev negerîn dibe hin dewlet vê yekê bikin.

Kovara National Interest a amerîkî pişrast kir ku hiştina Erdogan a bêdengkirina dengê bi milyonên welatiyên li Tirkiyê yên ku piştevaniya Demirtaş û Leyla Guven û berpirsên HPD’ê, kirine, durûtiyeke mezin e.

Serepeyv