Çile 04, 2021 13:33 Asia/Tehran
  • Li Mêrdînê - Şaredariya AKP'ê tîpên X,W û Q ji lewheyan bir

Şaredariya Artûklû ya dibin rêveberiya AKP'ê de, tîpên X, W û Q ên zimanê kurdî yên di navê gundan de hebûn jê birin û li şûna wan tîpên Tirkî nivîsandin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Şaredariya Navçeya Artûklû ya Mêrdînê ya dibin rêveberiya AKP'ê de, lewheyên gundên girêdayî navçeyê guhertin. Şaredariya AKP'î, tîpên X, W û Q ên zimanê kurdî yên di navê gundan de hebûn, jê birin û li şûna wan tîpên Tirkî nivîsandin. Şaredariyê  li şûna Q tîpa K, li şûna X tîpa H û li W jî, tîpa V nivîsandin. 

DI MEDYA CIVAKÎ DE RASTÎ BERTEKAN HAT

 Şaredariya Artûklû, derbarê guhertina lewheyan de li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir: " Montaşa lewheyên ber û dûrahiyê dewam dikin." 

Ev parvekirina şaredariyê di demek kurt de rastî bertekan hat û hat dîtin ku gelek navên gundan ên kurdî şaş hatine nivîsandin û ji bo sererast kirinê bang hat kirin. 

HDP: DIVÊ BÊSERERAST KIRIN   

Endamê Meclîsa HDP'ê ya Şaredariya Artûklû Mehmet ALî Amak, bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ji bo sererastkirina vê şaşiyê, emê pêgavên pêwîst bavêjin. Roja Duşemê civîna meclîsa me ye. Emê vê mijarê bibin rojeva meclîsa xwe. Divê ev şaşî tavilê bê sererastkirin."

Serepeyv