Kanûn 31, 2020 16:49 Asia/Tehran
  •  Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin

Walîtiya Colemêrgê ragihand ku bo dema 15 rojan çalakî û şahiyên li nav bajêr hatine qedexekirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku çalakî, daxuyanî û şahiyên dê li navenda bajêr werin lidarxistin ji bo dema 15 rojên din jî hatiye qedexekirin.

Walîtiyê qedexeya ku heta 15’ê çile bidome bi van hêcetan parast: “Ewlehiya netewî, pêşî lê girtina sûckirinê, parastina azadî û mafên kesên din, pêşî lê girtina şewba vîrûsa koronayê, provakasyonên ku derkevin holê û bûyerên civakî.”

 Ev demek dirêj e Walîtiya Colemêrgê her ji 15 rojan carekê çalakî û şahiyen dê li bajêr pêk werin qedexe dike.

Serepeyv