Dozgeriya Giştî ya Enqerê jibo alîgirên Gulen hukmê zindanîkirinê da
Kanûn 31, 2020 09:11 Asia/Tehran
Dozgeriya Giştî ya Enqerê jibo alîgirên Fethullah Gulen, tawanbarê sereke yê darbeya leşkerî ya dijî dewleta Tirkiyê di sala 2016an da, hukmê zindanê da.
Li gorî rapora AA'yê, Dozgeriya Giştî ya Enqerê berbanga îro Pêncşemiyê biryara zindanîkirina hetahetayî ya 92 çekdarên vî welatî bi tawana têkiliya digel tevgera Fethullah Gulen da.
Li gorî vê raporê, biryara zindanîkirina 12 kes ji tawanbarên darbeya serneketî ya 15ê Tîrmeha 2016an tekûz e.