Kanûn 30, 2020 18:10 Asia/Tehran
  • Rojnama El-Ereb: ‘Rûsya û Tirkiye di nava hevkariyên berfireh de ne’

Rojnama El-Ereb wiha nivîsî: "Rewşa navçê Tirkiye û Rûsya neçar kir ku hîn zêdetir nêzî hev bibin, li gorî vê yekê dê her du alî di pir dosyayan de hevkariyê bikin, bi taybet mijarên girêdayî bakurê Sûriyê.

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergay Lavrov roja sêşemê piştrast kir ku hevkariya leşkerî ya di navbera Moskov û Enqerê de dê dewam bike, tevî hemû cezayên ku Amerîkayê li Tirkiyê birîne, piştî kirîna sistema moşekên Rûsyayê.

Lavrov her wiha piştî hevdîtina bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mavlut Çavuşoglu li Moskovê, got: "Me got teqez em hevkariya xwe ya leşkerî bi pêş bixin.

Wezîrê Rûsyayê her wiha piştrast kir ku serokomar Vladimîr Pûtîn, helwesta Tirkiyê ya berdewamkirina hevkariyê, bi başî dinirxîne.”

Serepeyv