Failên Roboskîyê çima nayên darizandin û tewqîfkirin?
Berî ve 9 salan li gundên Bujeh û Roboskîya Qilebanê di bomberana balafirên şer de 34 gundîyên ku zarok jî di nav wan de hebûn jiyana xwe ji dest dabûn.Ji ser qetlîama Roboskîyê 9 sal derbas bûn, Lê belê hê jî kesên berpirsîyarê vê qetlîamê nehatin eşkerekirin û darizandin.
Malbatên kesên ku di qetlîamê de hatin kuştin tazmînata ku dewlet dabû wan red kiribûn û xwestibûn kesên berpirsîyar demildest werin eşkerekirin.Lê belê ev bû 9 sal ku hê jî kesên berpirsîyar nehatin diyarkirin û nehatin darizandin ku ev yek jî êş û kesera malbatan zêde dike.
Di sala 2011an de gundîyan wekî her neqil ji bona debara malbatên xwe derbasî wî rexê sînorê bûbûn û di rêya vegerê de hatibûn qetilkirin. Li gor îddîayan, kesên ku ji wî rexê sînorê bi ber gundê xwe ve dihatin ji eskeran re hat gotin ku kesên ku tên PKKyî ne.Ji ber vê yekê balafirên şer bombe di ser gundîyên ku dihatin de berdan.Di bomberandina ku hat kirin de 17 jê zarokên 15-20 salî bûn ku tevde 34 kes jiyana xwe ji dest dan.Ji bomberanê têne gundîyek sax filitî bû.
Di salvegera 9emîn a qetlîama ku hat kirin de malbatên kesên ku di qetlîamê de hatibûn kuştin li ser mêzelên nasên xwe daxuyanî dan. Wan di vê daxuyaniya xwe de ev pirs ji dewleta Tirkiyê kirine ku çima kesên berpirsîyar di qetlîama Roboskîyê de nayên darizandin û tewqîfkirin?