Kanûn 30, 2020 08:39 Asia/Tehran
  • Tirkiyê dîsa bi du balafirên kargoyê çek û cebilxane şandin Lîbyayê

Dezgehên çapemeniyê duh ragihand ku du balafirên kargoyê yên Tirkiyê gihêştin baregeha Wetiyê ya Lîbyayê, ji wê zêdetir jî dewleta Tirkiyê betariyên moşek û du pergalên radaran veguhastin xaka Lîbyayê. Ew yek jî niyeta Enqerê ya pêxistina agirê şerekî nû nîşan dide

Malpera El-Arebiye daxuyand ku duh du balafirên kargoyê yên dewleta Tirkiyê li baregeha Wetiyê ya Lîbyayê daketin.

Li aliyekî din jî dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê li ser zimanên çavkaniyan eşkere kir ku Enqerê betariyên moşekan û du pergalên radaran veguhastin xaka Lîbyayê.

Ev yek jî piştî serdana wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hilusî Akar ya çend rojên berê ji Terablusê re pêk hat.

Aliyên Lîbyayê hewl didin çareseriya siyasî ku aloziya li welat bi dawî bike, ava bikin. Bi wê re jî di Mijdarê de lihevkirin li ser agirbestê çêbû, lê belê dewleta Tirkiyê temirîna agirê şêr li Lîbyayê li ser xêra xwe nabîne, loma dixebite agirê vî şerê dîsa pêxe.

 

Serepeyv