Buldan: Di dosyeya Roboskiyê de kêmasiyên me yên mezin hene
Hevseroka HDPê li wê yekê mikur hat ku di doza Komkujiya Roboskiyê de kêmasiyên wan hebûne û got, “Kêmasiyên mezin hene. Divê em kêmasiyên komîsyona xwe ya hiqûqê telafî bikin.”
Li gorî ragihandina Rûdawê, li bajarokê Roboskî yê ser bi Qilabanê ve li parêzgeha Şirnexê, roja 28ê Kanûna 2011an xelkê gund ku ji bo dabînkirina debara jiyana xwe li ser sînorê Tirkiyê û Herêma Kurdistanê kar dikirin bûbûn armanca êrişa firokeyên şer ên Tirkiyê û di encamê 34 hemwelatiyên Kurd ên Tirkiyê hatin kuştin.
Di 9emîn salvegera wê komkujiyê de, li gundê Roboskiyê, li goristana qurbaniyên komkujiyê merasîmeke bibîranînê birêve çû ku Pervîn Buldan, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Ebru Gunay, Berdevka HDPê û parlamenterên HDPê Sezaî Temellî, Nuran Îmîr, Huseyn Kaçmaz, Hesen Ozguneş, Kemal Bulbul, Alîcan Onlu, Tayîp Temel û Feleknas Uca tê de amade bûn.
Zekî Tosun ku kurê wî Mehmet Alî Tosun jî di wê komkujiyê de canê xwe ji dest da, li ser navê malbatên Roboskiyê axaftinek kir û got, “Em daxwaza dadê dikin, lê îro bikuj li nav me digerin û tên parastin. Em vê êşa mezin qet jibîr nakin.”
Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) Gulana 2018ê bi hinceta ku parêzerên doza Komkujiya Roboskiyê belgeyên pêwîst amade nekirine, dosyeya wan red kiribû.
Pervîn Buldan, Hevseroka HDPê di wê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û têkildarî redkirina dosyeyê rexne li Baroya Şirnexê girtin û got, baroyê “kêmasiyên mezin kirin.”
Hevseroka HDPê proseya dosyeya derbarê komkujiyê de bibîr xist û got, malbatên Roboskiyê serî li Dadgeha Bingehîn dabûn, lê ji ber ku Baroya Şirnexê belge kêm dabûn, ew dosye ji aliyê dadgehê ve nehatibû qebûlkirin û “malbata doz veguhastin DMME yê bi hinceta ku rêyên qanûnî li navxweya Tirkiyê bidawî nehatine, doz qebşl nekir. Li holê ye ku Baroya Şirnexê ya wê demê kêmasiyên mezin kirine.”
Buldan herwiha got, “Diyarkirina berpirsên Baroya Şirnexê yên wê demê ku bûne sedema kêmasiyê, berpirsyariyeke dîrokî ye. Weke HDP kêmasiyên me jî çê bûn.”