Kanûn 27, 2020 16:33 Asia/Tehran
  •  Meclîsa Tirkiyê tayînkirina qeyûman a Rexistinên Sivîl erê kir

Pêşniyarqanûna ku rê li pêş tayînkirina qeyûman a Rêxistin û Saziyên Sivîl vedike li Meclîsa Tirkiyê hat qebûlkirin. Wezaret êdî dê karibe qeyûm tayînî komele û weqfan jî bike.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), "Pêşniyarqanûna Têkildarî Astengkirina Pêşxistina Belavkirina Finansê ya Çekên Îmhaya Girseyî" li Lijneya Giştî ya Meclîsê bi dengê AKP û MHP'ê hat erêkirin. Bi vê yekê êdî Wezareta Karên Hundir dê karibe qeyûm tayînî komele û vakif'an (weqf) bike. Muxalefetê diyar kir ku bi vê yekê rê li pêş tayînkirina qeyûman a komeleyan vedike û sîxuriyê li ser parêzeran ferz dike. Muxalefetê der barê guhertina xala 43'an de peşniyarnameya da meclîsê. Lê ev pêşniyarname hat redkirin. Lê pêşniyara ku îqtîdarê pêşkeşî meclîsê kir li Meclîsê hat qebûlkirin û bi Wezareta Karên Hundir ve hat girêdan. Piştî ev pêşniyarqanûn hat erêkirin, êdî wezareta Karên Hundir dikare qeyûm tayînî komele û rêxistinên civakî bike. Wezareta Karên Hundir dikare rêveberên komele û weqfanb ji wezîfeyê dûr bixe û qeyûm tayînî şûna wan bike.

Serepeyv