Kanûn 27, 2020 07:34 Asia/Tehran
  • Bendava Îlîsûyê li Tirkiyê bi asta herî pirr a avê û nîgeraniyên Iraqê

Tevî hebûna nîgeraniyên Iraqê derbarê bandora bendava Îlîsûyê li ser pişk û para ava vî welatî, dewleta Tirkiyê ev bendav li ser Çemê Dicleyê tijî av kir.

Li gorî rapora Kurd Pressê ji zarê El-Mord Newsê, Bekir Bakdemîrlî Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyê got: Tirkiyê çarşemiyê berhemanîna kehrebayê ji hÊzgeha Bendava Îlîsûyê bi asta herî pirr destpê kiriye.

Dewleta Tirkiyê çêkirina vê bendavê ji 23 salan beriya niha va û bi armanca berhemanîna elektrîka navçeyê pesend kiriye.

Kapasîteya hêzgeha vê bendavê 1200 Mega Wat e û bi vî awayî çaremîn bendava vî welatî ji hêla berhemanîna elektrîkê ye.

Çêkirina vê bendavê bûye sebeb şêniyên derdora 199 gundan ku derdora 80 hezar kesî ne, ji cihwarê xwe cîbecî bibin.

Ji aliyê din va rayedarên iraqî jî bi caran nîgeraniyên xwe derbarê bandora vê bendavê li ser asta ava Dicleyê ya ku derbasî vî welatî dibe, ragihandine.

 

Serepeyv