Kanûn 26, 2020 15:24 Asia/Tehran
  • Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê li Lîbyayê ye

Di demeke ku nakokiyên navbera Artêşa Niştimanî ya Xelîfe Hefter û komên çekdar ên girêdayî hikumeta Wîfaq a Lîbyayê gur dibin, Wezîrê Parastinê ya Tirkiyê Hulusi Akar gihîşt Terablusê.

AFP'ê ragihand ku Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar îro tevî efserên leşkerî yên payebilind gihêşt Terablus da ku rewşa artêşa Tirkiyê li wê derê bişopînin.

Piştî ku Fermandarê Artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter bang li şervanên xwe kir ku hêzên dewleta Tirkiyê ji bajêr derxînin û agahî hatin belavkirin ku hikumeta Wîfaqê hêza xwe li eniyên şer kom dike, Hulusi Akar hate Lîbyayê.

Dazgehên çapemeniyê destnîşan kir ku Akar dê serdana fakulteya şer li herêma El-Hedbe bike da ku beşdarî şahiyeke leşkerî bibe.

Serepeyv