Berpirsekî îstixbarata Tirkiyê piştgiriya dewleta Tirkiyê ya ji terorîstan re eşkere kir
Berpirsekî îstixbarata Tirkiyê belgeyên derbarê têkiliyên hikumeta Tirkiyê ên bi komên El-Qaîde û DAIŞ`ê re eşkere kirin û diyar kir ku hêzên îstixbaratê wek rêbazê ji qaçaxkirina çek û çekdaran re ji bo Sûriyê bi kar dianî.
Berpirsekî îstixbarata Tirkiyê li ser teqînên li depoyên çekan ên li Tirkiyê û têkiliyên dewleta Tirkiyê yên şandina çekan bi kamyonan ji bo terorîstên DAIŞ`ê, agahî parve kirin.
Li gorî malpera ‘Nordic Monitor’ a Swêdê, efserekî îstixbarata leşkerî ya dewleta Tirkiyê wiha got: “Teqînên li depoyên çekên leşkerî ji bo tunekirina şopên çekan bûn ku hikumeta Erdogan dane terorîstên DAIŞ`ê.”
Serokê Navenda Nirxandina Îstixbaratê Ahmet Ozkan ji dadgehê re daxuyand ku teqînên li depoyên çekên leşkerî yên Tirkiyê ku wekî bûyerên normal hatin ragihandin, ji bo çareserkirina çekên hêzên çekdar ên Tirkiyê ku winda bûne, hatin plankirin û wiha got: “Heke hûn li înternetê bigerin û dîmenên reklamê yên DAIŞ`ê bibînin, hûn ê bibînin ku li ser sindoqên cebilxaneyê navê “MEK” heye. Hewce nake hûn li delîlên din bigerin.”
Ozkan îşaret pê kir ku teqîna di 5`ê Îlona 2012`an de depoyeke cebilxaneyê li bajarê Afyonkarahîsar rûxandiye û di encamê de 25 leşker hatine kuştin ku artêşa Tirkiyê girîngî nedabû teqînê.
Di 13`ê Mijdara 2019`an de li bajarê Rihayê teqîneke din rû da û tê de 16 leşker birîndar bûn.
Teqîna sêyemîn ku Ozkan behsa wê kiriye, di 12`ê Îlona 2019`an de li herêma leşkerî ya bajarê Cernê yê li ser girava Qibrisê ku aliyê wê yê bakur di bin kontrola Tirkiyê de ye, pêk hat û gelek cebilxaneyê tê de hate rûxandin.
Her wiha Ozkan gelek agahiyên li ser têkiliyên veşartî yên hikumeta Erdogan bi komên El-Qaîde û DAIŞ`ê re bi rêya bikaranîna hêzên îstixbaratê, eşkere kirin.
Bi kêmbûna serweriya çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê re, dewleta Tirkiyê bi awayekî yekser dest di şerê li welatên Ereban werda û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir