Kanûn 25, 2020 23:50 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 256 kesên din bi Koronayê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên borî de 17 hezar û 543 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 256 kesan jî bi Koronayê jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 saetên derbasbûyî de 201 hezar û 104 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 17 hezar û 543 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 256 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 35 hezar û 511 pêketî jî baş bûne.

Bi hesibandina amarên nû re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 118 hezar û 255 kesan. Ji wan kesan, 19 hezar û 371 kesan canê xwe ji dest dane û 1 milyon 970 hezar û 803 kes jî baş bûne.

Serepeyv