Hikûmeta Tirkiyê derbarê danîna qeyûman de yasayeke nû amade dike
Projeyasaya Hikumeta Tirkiyê ya di derbarê komele û weqfan de dibe cihê nerazîbûna gelek aliyan bi taybetî jî serokên komele û weqfan, û aliyên siyasî yên oposizyonê dibêjin ku hikumet dixwaze bi vê yasayê dengê civaka sivîl bi temamî qut bike.
Hikumeta Tirkiyê li ser yasayeke nû kar dike ku li gorî reşnivîsa vê yasayê eger pêwîst bê dîtin Wezareta Navxwe dikare qeyûmekî li ser komele , weqf û rêkxistinên civakî sivîn dane.
Berpirsên AKPê yasaya nû weke hewla kontolkirina karên neyasayî yên komeleyan dibîne lê komele û rêkxistin ji vê hewlê bi guman û dilgiran in.
Fazîlet Çuhadar, Seroka Saziya Hizra Alternatîf (ADK), dibêje, “Em li yasayê dinêrin û em dibînin ku xeletiyek heye. dibêjin yasa li gorî pîvanên neteweyên yekbûyî hatiye amade kirin. dibêjin em dê rê li pêşiya wan komeleyan bigirin yên ku alikariyê didin rêkxistinên terorî , lê em dizanin ji bo vê yekê têra xwe yasa hene.”
Li gorî rêşnivîsê di çarçoveya biryara dadgehan û li gorî encamên lêkolîna wezaretê eger peywendiya komele û weqfekê bi rêkxistinetek terorî were ispatkirin yan her komele û weqfek ku karekî ne yasayî bo peydakirina dahatan kiribe wezaret yekser dest datîne ser.
Ozturk Turkdogan, Serokê Komeleya Mafê Mirovan (İHD), diyar dike, “Bêguman mafê hikumetê heye ku li dijî terorê tekoşînê bike û rêyên dahata rêkxistinên terorî bigire. Em dibêjin bila hikumet li dijî bazirganiya neyasayî karê xwe bike. lê naxwazin li dijî komeleyan li dijî rêveberiyên komeleyan erk û desthilateke evqas zêde bidin wezareta karên navxwe.”
Mijar di rojeva siyasetê de ye jî û piraniya aliyên oposizyonê hikumetê bi hewla tinekirina komele û weqfên nêzîkî oposizyonê tawanbare dike.
Ahmet Davutoglu, Serokê Partiya Paşerojê, dibêje, “Li parlementoyê dixwazin yasayekê di derbarê komeleyan de derxin û qeyûman deynin ser komeleyan û dengê civaka sivîl tine bikin. Em roj bi roj ber bi sîstemeke takekesî û hikumraniyeke bêsînor ve diçin. Pêwîst em li dijî vê yekê dengê xwe bilind bikin.”