Kanûn 24, 2020 23:43 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 254 kesên din bi Koronayê mirine

Li Tirkiyê di heyama 24 saetên dawîn de 18 hezar û 102 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û 254 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro pêncşemê 24.12.2020an Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca amarên nû yên Koronayê yên 24 demjimêrên borî aşkere kir.

Fahrettin Koca diyar kir, ku di nava 24 demjimêrên derbasbûyî de 195 hezar û 675 pişkinînên taybet bi Koronayê hatine kirin ku encamên 18 hezar û 102 ji wan pozîtîv bûye.

Her li gor amarên nû, ji duh ve heta îro 254 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane. Herwiha 33 hezar û 985 kes ji nexweşên Koronayê jî di nava 24 saetên borî de baş bûne.

 Bi van amaran re, hejmara kesên ku heta niha li Tirkiyê bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 2 milyon û 100 hezar û 712 kesan û 19 hezar û 115 kesan jî canê xwe ji dest dane, herwiha heta niha 1 milyon 935 hezar û 292 kes jî ji vîrusê baş bûne.

Li gor Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, heta niha bi giştî li Tirkiyê 23 milyon û 225 hezar û 837 pişkinînên Koronayê hatine pêkanîn.

Serepeyv