Kanûn 24, 2020 08:54 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê hewldanên xwe li Deryaya Spî ku bûne sedemê aloziyê  zêde dike

Dewleta Tirkiyê ragihand ku keştiya wê Oruç Reîs ku li ava nakok a rojhilatê Deryaya Spî dixebitî, wê careke din li berava aliyê başûrê Tirkiyê dest bi lêkolînê bike.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê, keştiya lêkolînê ya Tirkiyê ‘Oruç Reîs’ li rojhilatê Deryaya Spî dê dest bi lêkolîneke nû bike ku wê heta 15'ê Hezîranê bidome û ev yek jî hişyariya rûdana aloziyeke nû derdixe holê.

Tê zanîn ku Tirkiyê bi Yewnanistan û Qibrisê re li ser mafê lêgerîna li herêmên rojhilatê Deryaya Spî, di nava aloziyekê de ye.

Di civîna dawîn a lîderên Yekitiya Ewropayê de, biryar hate dayîn ku amadekariyên cezayên sînordarî li dijî kesayetên Tirkiyê were kirin.

Serepeyv