Kanûn 23, 2020 14:33 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê ji pêra heta duh 22ê Kanûnê, ji ber KOVÎD-19ê 251 kes mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de (ji pêra heta duh 22ê Kanûnê) 192 hezar û 316 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 256 kes pozîtîf derketin, 251 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de (ji pêra heta duh 22ê Kanûnê) 192 hezar û 316 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 19 hezar û 256 kes pozîtîf derketin, 251 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 192 hezar û 316 test hatin kirin, testa 19 hezar û 256 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 22 milyon û 827 hezar û 953yan.

Hejmara pêketiyan bi giştî gihişt 2 milyon û 62 hezar û 690î û hejmara mirinan jî gihişt 18 hezar û 602yan.

Hejmara nexweşên rewşgiran bû 5 hezar û 8, bi temambûna dermankirin/xilasbûna karantînaya 32 hezar û 110 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt milyonek 866 hezar û 815an.

Serepeyv