Kanûn 23, 2020 10:24 Asia/Tehran
  • Leyla Guven birin Girtîgeha Xarpêtê

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku duh hatibû girtin, ji Girtîgeha Amed a Jina sewqî Girtîgeha Xarpêtê ya Tîpa E'yê kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê duh 22 sal û 3 meh ceza li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê birîbû.

Piştî ceza Guven hatibû binçavkirin û duh jî hatibû girtin û ew biribûn Girtîgeha Amedê ya Jinan.

Danê êvarî parêzerên wê ji bo serdanê çûn girtîgehê, lê hîn bûn ku Guvenê sewqî girtîgehek dinê kirin. Parêzeran diyar kir ku ji wan re nehatiye gotin Guvenê sewqî kîjan girtîgehê kirine. 

Lê belê keça Guvenê Sabîha Temîzkanê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir ku dêya wê sewqî Girtîgeha Xarpêtê a Tîpa E'yê kirine.

 

Serepeyv