Kanûn 22, 2020 04:14 Asia/Tehran
  • HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê li ber cezayê girtîgehê yê li Leyla Guven hate birîn rabû û diyar kir ku ew vî cezayê nehiqûqî û dijminane, nas nakin.

Dadgeriya Tirk serê sibehê 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven birî bû. Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê nerazîbûn nîşanî vî cezayî da û diyar kir, ku li Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ku parlamenteriya wê par bi rengekî nehiqûqî hate betalkirin, di encama hiqûqa dijminane de 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dadgeriyê bi vê biryara xwe careke din nîşan da ku li gorî berjewendiyên desthilatdariyê tevdigere. Ev biryara dijminane ne tenê li dijî Leyla Guven û KCD’ê ye, li dijî tevahiya Kurdan û muxalefetê ye.

Leyla Guven miroveke têkoşer e ku jiyana xwe ji bo aştiyê derbas kiriye, ew bîrdariya rûmetê ye. Bi cezayan û girtinê ne Leyla Guven ne jî em ji têkoşînê venagerin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Em vî cezayê nehiqûqî û dijminane nas nakin.”

Serepeyv