Kanûn 22, 2020 04:04 Asia/Tehran
  •  Leyla Guven ku dadgeha tirkan jê re 22 sal 3 meh zîndan birîbû, hat zindanîkirin

Leyla Guven ku parlementeriya wê hatibû daxistin, ji aliyê Dadgeha Diyarbekirê ve 22 sal 3 meh sizayê girtîgehê jê re hatibû birin û hat zindanîkirin.

Roja duşemê 21.12.2020an Leyla Guven ku dema parlementera HDPê bû û parlementeriya wê hatibû daxistin, bi sizayê girtîgehê hat sizadan.

Dadgeha Diyarbekirê bo Leyla Guven di çarçoveya lêpirsîna “terorê” de 22 sal û 3 meh sizayê girtîgehê dabû.

Dadgeh di sedema biryarê de rave dike ku Leyla Guven ku hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye endama rêxistina neqanûnî ye û rêxistinek neqanûnî ava kiriye û rêveberiya wê kiriye.

Dadgehê derbarê Leyla Guven de biryara girtinê jî derxistibû û êvar roja duşemê ew desteser kiribû.

Keça Leya Guven rojnameger Sebia Temizkan ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî aşkere kir ku diya wê hatiye girtin.

Serepeyv