Kanûn 21, 2020 07:50 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 246 kesên din ji ber KOVÎD-19ê mirin

Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de (ji 19 heta 20ê Kanûna 2020î) 158 hezar û 892 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 20 hezar û 316 kes pozîtîf derketin, 246 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora beşa Kurmancî ya AA'yê, Li Tirkiyê di 24 saetên dawîn de  (ji 19 heta 20ê Kanûna 2020î) 158 hezar û 892 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 20 hezar û 316 kes pozîtîf derketin, 246 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 158 hezar û 892 test hatin kirin, testa 20 hezar û 316 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 22 milyon û 439 hezar û 5274an.

Hejmara pêketiyan bi giştî gihişt 2 milyon û 24 hezar û 601ê û hejmara mirinan jî gihişt 18 hezar û 97an.

Serepeyv